11 Photos
Alî Haydar Gozlu
Dêrsim (Rûdaw) - Li Dêrsimê dîmenên herî xweş ên demsala payîzê li gundê Saldeqê tên dîtin.
Gundê Saldeqê yê navçeya Pilemûrê, yek ji wan cihan e ku li Bakurê Kurdistanê xwedî dîmenên herî xweş ên payîzê ye.
Pelên darên mazî, spîndar û çinaran bi rengên payîzê yên balkêş dixemilin û dîmenên xweş derdixin holê.
Daristanên Saldeqê bi rengên xwe yên zer, kesk û sor bala jîngehparêzên ji derveyî parêzgehê jî dikişînin.
Saldeq bi daristan û şelaleya xwe mazûvaniya geştyarên Dêrsim navçeyên wê û derveyî parêzgehê dike.