Rêyên mirinê yên Rojhilatê Kurdistanê: Bi sedan mirî û bi hezaran birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de dayîk û kurê xwe mirin û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê jî di nava 6 mehan de 300 kes ji ber qezayan mirine.
Birêvebirê Heyva Sor a Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî ragihand ku qeza doh êvarî saet 20:36an li ser rêya Urmiye-Mehabadê qewimiye.
Li gorî gotina Hemîd Mehbûbî, otomobîleke Peugeot 405 wergeriyaye û di encama qezayê de Meryem Merûfpûr û kurê wê Wahîd Mihemedpûr mirine û 3 kesên din jî birîndar bûne.
Hat zanîn ku dayîk û kurê wê xelkê bajarê Pîranşarê bûne.
Hemîd Mehbûbî da zanîn ku tîmên rizgarkirinê birîndar rakirine Nexweşxaneya Nexedeyê.
Heman rojê li ser heman rêyê mînîbuseke xwendekaran jî wergeriyabû û 13 kes birîndar bûbûn.
Li gorî amarên Birêvebiriya Tiba Dadî ya Urmiyeyê ji meha Adara 2025an heta Tîrmeha 2025a parêzgehê 241 kes ji ber qezayên trafîkê mirine û 3 hezar û 942 kes jî birîndar bûne.
Li Kirmaşanê di 6 mehan de 300 kes mirin
Li aliyê din, Birêvebirê Giştî yê Tiba Dadî yê Kirmaşanê Bêhtaş Xanî jî ragihand ku li Kirmaşanê di nava 6 mehên borî de 300 kes ji ber qezayên trafîkê mirine.
Bêhtaş Xanî got ku hejmara qurbaniyan li gorî par zêde bûye ku par di heman demê de 294 kes miribûn.
Li gorî gotina Xanî, ji wan kesên ku mirine 57 kes li nav bajaran û 243 kes jî li ser rêyên di navbera bajar û gundan de mirine.
Bêhtaş Xanî da zanîn ku di heman demê de 7 hezar û 217 kesên din jî ji ber qezayên trafîkê birîndar bûne lê par ev hejmar 6 hezar û 42 kes bûye.
Rêyên xirab, otomobîlên modelên kevn û xemsariya şofêran sedemên sereke yên qezayên trafîkê yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne.
Her sal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 20 hezar kesan di qezayên trafîkê de dimirin.