Sekreterê Yekgirtû: Nabe di navbera Kurdistan û Tirkiyê de veqetîn çêbe

Duhok (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn ragihand: “Min di serdana xwe ya Tirkiyê de kesayetên xwedî biryar û karbidestan dîtin û bi giştî serdana min serkevtî û dilxweşker bû.”

 

Selahedîn Behadîn piştî vegera ji Tirkiyê, li Duhokê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Spas bo Xweda ku serdana min serkevtî bû û weke pêwîst, li gel kesayet û xwediyên pileyên bi bandor û biryarbidest, me hevdîtina xwe pêk anî û gotûbêj û danûstandina ramanan hate kirin li ser wan pêşhatên ku hene.”

 

Behadîn diyar kir, ku ew hêvîdar e serdana wî bibe pêngaveke erênî ji bo aramkirin û asayîkirina vê rewşê û got: “Rewşa peywendiyên li gel Tirkiye ku bêguman welatekî cîran û bandordar û dost e, nabe were qutkirin û dirêjkirina qutbûna peywendiyan xizmet nake. Lewma li gor me, erkê me, peywendiyên ku hene, dostaniya ku heye bixin kar ji bo asayîkirina rewşê. Spas bo Xweda heta radeyeke baş, di erkê me de pêşketin hebû.”

 

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî herwiha got: “Divê pêvajoya aramkirin û asayîkirina rewşê berdewam be. Li gel Bexdayê destûr were cîbicîkirin, li gel cîranan, cîrantî û xweşiya cîwarê were bikaranîn. Li gel welatên din peymannameyên navdewletî û peywendiyên navdewletî werin bikaranîn.”

 

Selahedîn Behadîn ameje bi referanduma Başûrê Kurdistanê kir û got: “Rast e, tiştê ku hate kirin derbirîna hebûnê bû. Derbirîna hebûna xwe xeletî nîne, tawan nîne û ceza û tolhildanê heq nake. Lê belê jihevtênegihîştin û tevlihevbûna hin tiştan, yan carina wisa jî dibe ku şaşiyeke teknîkî û şaşiyeke encamdana karûbaran, gihişte wê yekê ku bi awayekî qûtbûnek çêbû.”

 

Behadîn herwiha aşkere kir: “Em weke Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, erkê xwe dizanin ku em pê kar bikin, em peywendiyên xwe, dostaniya xwe li gel aliyên din bi kar bînin ji bo sererastkirina vê rewşê. Niha em li welatê Tirkiyê li ser xebitîn û spas bo Xweda heta radeyek dilxweşker û pêşveçûn hebû.”