Baydemîr: Yên ku naxwazin bikujên Elçî diyar bibin, bikuj ew in

Amed (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê Rihayê Osman Baydemir ji Rûdawê re ragihand, yên ku naxwazin bikujê Tahîr Elçî aşkere bibin, ew bi xwe bikuj in.


Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî du sal berê di 28ê Mijdara 2015an de li ber Minareya Çarling a dîrokî ya li Sûr a Amedê hat kuştin. Heta niha jî derheqê vê bûyerê de ne kesek binçavkirin, ne kesek hatiye girtin, ne jî li kesek guman hatiye kirin.

 

Ji bo şerê kolan bi kolanan ê di navbera Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) û hêzên dewleta Tirkiyê de rabiweste, daku zerer û ziyan li mirovan û li şûnwarên dîrokî nekeve piştî ku li ber Minareya Çarling daxuyanî dabû, dîsa pevçûn derketibû û bi ´gulleyek kiryar nediyar´ canê xwe ji dest dabû.

 

Di salvegera kuştina Tahîr Elçî de bi amadebûna hevjîna wî Turkan Elçî, baroyên bajarên Bakur û Tirkiyê, parêzer, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedaran çalakiye girseyî bi rê ve çû.

 

Têkildarê kuştina Elçî parlamenterê Amedê û di heman demê Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Osman Baydemîr ji Rûdawê re axivî.

 

Osman Baydemîr destnîşan kir, ku heta niha di doza kuştina Tahîr Elçî de ji bo dîtina kiryar û kujeran ti pêşkevtin çênebûye. Baydemîr têkildarê mijarê wiha pê de çû: "Beriya her tiştî kî naxwaze kujer derbikeve holê kujer ew in. Ew piştgirê kujer in. Bi destê wan ew kuştin çêbûye. Heta niha derheqê bûyerê de ti pêşkevtinek tune ye."

 

Baydemîr diyar kir ku heta niha wan li Parlamentoya Tirkiyê ji bo hûrgulî lêkolandina bûyerê pirsname û pirojeqanûn pêşkêş kirine, lê bi dengên parlamenterên AK Partî û MHPê nehatiye qebûlkirin.

 

Baydemîr di vî warî de wiha axivî: "Heta niha bi qasî 10 caran me li parlamentoyê xwast ku lêkolîn li ser kuştina Tahîr Elçî bê vekirin, lê dengên AKP û MHPê rê nade. Tiliya AKPî û MHPê di vê bûyerê de heye, lewma nahêle lêkolîn were kirin. Destê AKP û destê MHPê di vê qirêjiyê de ye. Bi kuştina Tahîr Elçî re pêvajo berovajî bû. Kuştina Elçî tê wateya dijminatiya Kurdan."

 

Herwiha Berdevkê HDPê Osman Baydemîr destnîşan kir ku ji bo ronîkirina bûyera kuştina Tahîr Elçî dê hewlên wan berdewam bin.