EFRÎN – Bajarokê Bilbilê ji xelkê xwe yê Kurdan vala dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Devera Bilbilê ya li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ji hemû deverên din ên herêmê, bêhtir rastî kiryarên erebkirin û talankirinê hatiye.
Çekdarên opozisyona Sûriyê, bi piştevaniya artêşa Tirkiyê, roja 2yê Sibata 2018an ketin nav bajarokê Bilbilê. Ji wê demê ve, heta niha tenê 40 malbatên resen ên bajarok vegeriyane malên xwe. Li hember jî, 600 malbatên Erebên hawirde li Bilbilê hatine niştecîkirin.
Heta niha grûpên çekdar nêzî 30 hezar darên zeytûnan li deverê talan kirine. Heman grûpan ji %15 heta %50 weke baca zorane li ser berhemên cotyaran ferz dikin.
Bajarokê Bilbilê 90 kîlometre ji Helebê û 50 kîlometreyan ji Efrînê dûr e, devera Bilbilê 30 gund û 13 mezreyan li xwe digire ku hejmara nişteciyên wê 46 hezar û 600 kes in.
Rûbera devera Bilbilê 230 kîlometreyên çargoşe ye. Li devera Bilbilê 30 dibîstanên seretayî û 5 dibistanên amadeyî hebûn. Li Bilbilê bêhtirî 90 hezar darên zeytûnan û 6 hezar serî pez hebûn. Roja 2yê Sibatê çekdarên opozisyona Sûriyê ketin nav bajarokê Bilbilê.
Heta niha tenê 40 malbatên resen ên bajarok vegeriyane malên xwe. Li hember 600 malbatên erebên hawirde li Bilbilê hatine niştecîkirin.
Navê Gundê Kotana bi Zafer Obasî û yê Qestela Miqdêd bi Silçuk Obasî hatine guhertin. 5 grûpên çekdar, Siltan Murad, Hemzat, Feyleq el-Şam, Lîwaya Mutesim û Siqûr el-Şemal deverê kontrol dikin.
Heta niha grûpên çekdar nêzî 30 hezar darên zeytûnan li deverê talan kirine. Grûpên çekdar ji %15 heta %50 wekî baca zorane li ser cotyaran ferz dikin.
Ji dema ku ev grûpên çekdar ketine nav bajarokê Bilbilê û ew kontrol kirine, bi bajarok bi tevahî hatiye erebkirin. Bajarokê ku berê yek mala Ereb jî li nav nebû, niha tevahiya malên Kurdan ji aliyê Erebên hawirde ve hatine desteserkirin.