Li Colemêrgê berfa zêde astengî bo ajeldaran çêkiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfeke zêde, rêyên gundan hatin girtin û rewşa ajeldaran zehmet dibe. Rêya di navbera gundikê Zawîte û gundê Koçanisê de hatibû girtin, lê piştî 7 demjimêran hate vekirin.
Li mezreya Zawîte ya ser bi gundê Koçanisê ve ku 20 kîlometre dûrî navenda bajêr e, berfa zêde rêya wî gundî bo dema 7 demjimêran girt. Vê yekê astengî û zehmetî bo ajeldaran çêkirin.
Ajeldar Nayif Kiliç dibêje "Berf bi qasî zêdeyî nîv metroyê bariya ye, jiyan li van gundan di zivistanê de zehmet e, lê zivistanan em wiha dijîn."
Ajeldaran peywendî bi aliyên peywendîdar re kirine, piştî 7 demjimêran rê hatiye vekirin.
Muxtarê gundê Koçanisê dibêje, di zivistanê de, ji ber cografya navçeyê û berfa zêde, gelek caran ajelên wan li wan navçeyan asê dimînin.
Muxtarê gundê Koçanisê Necmettin Ata got "Berf zêdeyî ji 60 santîmetre bariya ye, nêzîkî 300 serî pezên me hene. Em zivistanan li gund namînin. Em dê sibe derkevin, eger rewş baş be, di dema 4 5 demjimran de em dê bigihin bajêr."
Ajeldar û xelkê gundên wê navçeyê amaje bi wê yekê dikin ku zivistanan, rewşa wan gelekî zehmet e, lewra ajelên xwe dibin bajêr û li wir bi xwedî dikin. Zivistana Colemêrgê gelekî sar e û salê şeş mehan berf li erdê dimîne.