Li Efrînê kalemêrekî Kurd pêwîstî bi alîkariyê heye
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, kalemêrekî Kurd ku temenê wî 90 sal e û nexweş e, pêwîstî bi alîkariyê heye.
Welatiyê Kurd Omer Omer Reşîd nexweş e û hatiye emeliyatkirin û pêwîstiya wî bi derman û alîkariyê heye.
Welatiyê navborî berî niha, rastî çelteyê hatiye û ev nêzîkî 10 sal e li erdê ye.
Ji bilî celteya dil, nexweşiya penceşêrê jî pê re derketiye û neştergerî jê re hatiye kirin.
Ji ber ku ew û hevjîna xwe bi temen bi tenê dimînin, rewşa wan zehmet e û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.
Omer Omer Reşîd û hevjîna wî Siltan Hisên, xelkê bajarokê Şerayê ne û niha li bajarê Efrînê dijîn.