TAYBET - Li Qoserê malbatek hatibû qirkirin: Gelek hûrgilî kifş bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Di dosyaya kuştina Malbata Kayayan de tohmetbar Mîrhan Can li xwe mikur hat ku wî piştî bûyerê ji tirsan çek û kovanên vala ji malê derxistine û bi pêşniyara hevalê xwe avêtine bîrekê.

Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, lêpirsîna derbarê mirina Mehmet Kaya hevjîna wî û Berna û keça wan a 5 salî Samyelî kûrtir dibe.

Tora Medyayî ya Rûdawê xwe gihand lixwemikurhatinên tohmetbar Mîrhan Can ên li Dozgeriya Qoserê.

Hat zanîn ku îfadeyên Mîrhan Can Kaya yên li Emniyeta Qoserê û Dozgeriya Qoserî wekî hevdû ne û Can angaşt dike ku ti pêwendiya wî bi kuştina Malbata Kayayan re nîne.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di çarçoveya lêpirsînê de agahiyên nû yên krîmînal derketin holê û îfadeyên gumanbarê bi navê Mîrhan Can rê li ber pirsên nû vedikin.

Li gorî raporên destpêkê, deriyê daîreya Malbata Kayayan nehatiye şikestin û cihê derban li ser derî nîne.

Her wiha di roja buyerê de derî bi kilîlê hatiye vekirin.

Li gorî agahiyan, li cihê buyerê du qalikên vala yên çekan hatine peydakirin lê çeka ku di bûyerê de hatibû bikaranîn li malê nehatibû dîtin.

Şopa barûdê li ser destê bav û keçikê

Li gorî encamên analîza bermayiyên guleyê ya Laboratuara Polîsan a Krîmînal a Amedê, hem li ser destê bav Mehmet Kaya û hem jî li ser Samyeliyê şopên barûdê hatine tesbîtkirin.

Îfadeya Mîrhan Can: Mehmet Kaya hevjîn û keça xwe kuştin

Tohmet Mîrhan Can ku di dosyayê de navê wî derbas dibe û hatibû girtin, di îfadeya xwe de îdiayên balkêş kirine.

Can diyar kir ku ew 10 sal in cîranê malbatê ye û têkiliyî û Mehmet Kaya gelekî baş e.

Li gorî îfadeya Can a di girtenameyê de, wî nêzîkî 10 rojan beriya bûyerê, bi navbeynkariya kulîlkfiroşekî bi navê "Burhan" bi 17 hezar lîreyan demançeyek peyda kiriye û demançe daye Mehmet Kaya.

Mîrhan Can îdîa kiriye ku 24ê Çiriya Pêşîn Mehmet ji bo tamîrkirina antena televîzyonê gazî wî kiriye.

Tohmetbar Can îdia dike ku beriya bikevin malê, Mehmet poşetekî ku tê de zêr (bazin, gustîl, guhar) saet û hinek pere hebûn daye wî û gotiye "Ev diyarî ye.”

Can her wiha îdîa dike ku piştî ketine malê, di navbera Mehmet û Bernayê de nîqaş derketiye û piştr e bûyer qewimiye.

Mehmet Can di îfadeya xwe de li ser kêliyên dawî yên buyerê jî wiha got:

"Em çûn ser xênî me antena mala wî tamîr kir. Pişt re em ketin malê, me çay û qehwe vexwar.

Me civat dikir. Kesekî ku navê wî jî Mehmet bû ji Mehmet (Kaya) re telefon vekir û jê re got ku jinek dê were, divê wê jinê ji Rihayê bigire û bibî Amedê.

Mehmet jî qebûl kir. Pişt re ji ber ku qebûl kir, bi hevjîna xwe Bernayê re nîqaş kir.

Paşê nîqaş bi dawî bû. Me civata xwe domand. Paşê ji nişka ve Mehmet demançeya ku min jê re kirîbû ji ber xwe derxist, hilda destê xwe yê çepê û guleyek berda Bernaya ku li pêşiya qenepeya hember li erdê rûniştibû û li laptopa xwe dinêrî.

Pişt re keça wî got, 'Bavo tu çi dikî?' Mehmet vê carê jî guleyek bera keça xwe de. Min jî got, 'Kekê Mehmet tu çi dikî?'

Ji min re got, 'Dê û bavê wê..., eger tu biaxivî dê te jî bikujin.' Pişt re dema demançe hîn di destê wî yê çepê de bû, demançe da ber serê xwe ya çepê û guleyek berda serê xwe....

Ez jî di wê demê de ji xwe li milê wî yê çepê bûm. Ew bi bi ser min de. Ez şok bûm.

Paşê dema min Mehmet rakir, Mehmet li ser milê xwe yê çepê ket erdê. Min jî ji tirsa ku ev bûyer li ser min bimîne çek û kovan ji erdê rakirin û ji malê derketim.

Pişt re hevalê min Vedat Ekeyê ku min bûyer jê re vegot û jê pirsî bê divê ez çi bikim, ji min re got 'Em çekê bavêjin bîrê.' Min jî bi Vedat re çek avêt bîra li nav zeviya garis. "

Xizmên Malbata Mehmet Kayayan: Zêr û pere winda ne, ev cinayet e

Xizmên Malbata Kayayan îdiayên "krîza cinetê" şerê Mehmet û Bernayê red dikin û dibêjin dibe ku ev cînayeteke bi armanca diziyê pêk hatibe.

Li gorî agahiyên Rûdawê, zêr û pereyên Malbata Kayayan piştî lêpirsî û lêgerînên hêzên ewlehiyê li mala Mîrhan Can hatine dîtin.

Xizmên malbatê didin zanîn ku zêr û pereyên li malê hatine dizîn û ev yek jî nîşan dide ku bûyer ne tenê meseleyeke şerê navxweyî ye.

“Tohmeta sereke kuştin e”

Di çarçoveya lêpirsînê de Mîrhan Can û hevalê wî Vedat Eke bi tohmeta “windakirina delîlan” û "kuştina biqest hatine girtin.

Parêzerên malbatê Nurullah Oner û Seher Acay, li dijî agahiyên şaş ên di raya giştî de daxuyaniyek da û bal kişand ser cidiyeta lêpirsînê.

Parêzeran di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Di medya û medyaya civakî de nûçeyên spekulatîv belav dibin. Kesê girtî wekî tê îdiakirin ne tenê ji ber sûcê 'windakirina delîlan' di heman demê de bi tohmeta 'kuştina biqest' jî hatine girtin. Em li bendê ne ku ev pêvajo bi hestiyarî were şopandin."

Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike û her wiha tê çaverêkirin ku raporên Tiba Dadî, lêkolînên balîstîk û qeydên HTSyê (trafîka telefonan) hûrgiliyên bûyerê zelaltir bikin.