Li Urmiyeyê operasyona madeyên hişbir: Kesek hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Selmasê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê dest danîn ser 30 kîlogram madeyên hişbir.
Birêvebirê Polîsan ragihand ku têkildarî dosyeyê kesek hatiye girtin.
Birêvebirê Polîsan ê Selmasê Nasir Mezlûmî ragihand ku wan doh di çarçoveya têkoşîna li dijî madeyên hişbir de otomobîlek daye rawestandin ku hewl dida madeyên hişbir veguhêze.
Nasir Mezlûmî diyar kir ku di dema lêgerîna otomobîlê de wan dest daniye ser 30 kîlogram madeyên hişbir.
Mezlûmî her wiha da zanîn ku qaçaxçiyan madeyên hişbir ji başûrê Îranê veguhastine Selmasê û xwestine li herêmê belav bikin.
Hat diyarkirin ku di operasyonê de kesek hat girtin û polîsan dest danî ser otomobîlê.
Parêzgeha Urmiyeyê wekî rêyeke transîtê ya qaçaxçitiya madeyên hişbir tê bikaranîn û salane li parêzgehê dest datînin ser nêzîkî 5 ton madeyên hişbir.