240 malbatên din ên Îraqî ji Kampa Holê tên vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ragihand ku hefteya bê karwaneke din a Îraqiyên li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê vedigerin welatê xwe.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cîhangîr ji Rûdawê re eşkere kir ku destpêka kanûna pêşîn karwaneke din a Îraqiyên li Kampa Holê tên vegerandin.

Cîhangîr diyar kir ku ev karwanê 31emîn e û ji 240 malbatan pêk tê.

Kampa Holê li başûrê rojhilatê Hisîçaya Rojavayê Kurdistanê ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Beşek ji wan kesên li kampê ne Îraqî ne û malbatên çekdarên DAIŞê ne.

"3 hezar kes mane"

Elî Cîhangîr destnîşan kir ku li gorî nirxandina wezaretê, ji bilî vî karwanî 3 karwanên din ên Îraqiyan li Kampa Holê mane.

Li gorî agahiyên Berdevkê Wezaretê, hejmara wan nêzîkî 3 hezar kesî ye û ew jî dê bên vegerandin.

Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê û Neteweyên Yekbûyî li hev kiriye ku heta sala 2027an divê ti malbateke Îraqî li wê kampê nemîne û hemû vegerin Îraqê.

Ew Îraqiyên ku ji Kampa Holê tên vegerandin, ewil ji bo rehabilitasyonê dibin Kampa Cedayê ya Mûsilê û piştre vedigerin warên xwe.