Gulşen Orhan: Melayê Cizîrî huner xist navenda jiyanê
Hewlêr (Rûdaw) - Gulşen Orhan di Sempozyûma 4emîn a Melayê Cizîrî de axivî û got, “Melayê Cizîrî gotin bi wate kiriye û huner xistiye navenda jiyanê.”
Şêwirmenda Serokkomarê Tirkiyeyê Gulşen Orhan li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî Sempozyûma 4emîn a Melayê Cizîrî bû.
Gulşen Orhanê bal kişand ser wê yekê ku xezîneya ramanên Melayê Cizîrî heta niha jî di nav civakê de zindî ye û civak pêdiviyê pê dibîne.
Orhanê diyar kir ku Cizîr navendeke girîng a zanayan e û bi kar û xebatên bi vî rengî çanda heyî ji bo paşerojê tê veguhastin.
“Cizîr navendeke şaristaniyê ye”
Gulşen Orhanê di axaftina xwe de got:
“Di dîrokê de Cizîr li erdnîgariya me her dem bûye navendeke çand û şaristaniyê.
Cizîr wekî navendeke girîng di bîra me de maye ku lê zana, hunermend û pêşengên civakî her hebûne.
Melayê Cizîrî jî yek ji wan kesên zana ye ku li vê axa dîrokî derketiye.
Ne tenê helbestvan e, di heman demê de lêgerînvanê heqîqetê ye ku gotin bi wate kiriye û huner xistiye navenda jiyanê.
Em wî bi hesret û rehmet bi bîr tînin.”
Orhanê her wiha kêfxweşiya xwe ya ji bo eleqeya li hemberî sempozyûmê anî ziman:
“Îsal jî eleqeya ji bo vê sempozyûmê em kêfxweş kirin.
Her wiha ev eleqe nîşan dide ku hîn jî çi qasî xezîneya ramanên Melayê Cizîrî bi bandor û zindî ye.
Nîşana bereketa ramanê wî ye ku çi qasî ji civakê re pêwîst e.”
Sempozyûm dê 2 rojan bidome û ji çar aliyên welêt, Tirkiye û cîhanê mêvan hatine vexwendin.
Serokê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahîm Alkiş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Serok Mesûd Barzanî jî yek ji wan mêhvanan e ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo sempozyûmê hatiye vexwendin.