Nîşangirekî Brîtanyayî: Li Kerkûkê xwestin ez ji bo kêfê xelkê bikujim
Hewlêr (Rûdaw) - Nîşangirê Brîtanyayî Andrew Drury yê ku wekî geştyar çûye gelek cihên herî metirsîdar û li wan herêman şer kiriye, îdia dike ku bazirganiya bi navê "geştyariya nîşangiriyê" cureyekî projeyeke cîhanî ye.
Andrew Drury her wiha dibêje, li Kerkûkê û di dema şerê DAIŞê de, ji bo kêfê û li hemberî pereyan teklîfa kuştina mirovan li wî hatiye kirin.
Welatiyê Brîtanyayê îdia dike ku di 20 salên borî de dema ew li çend welatên ku şer li wan heye digeriya, jê hatiye xwestin ku tenê ji bo kêfê xelkê sivîl û bêguneh bike hedef û wan bikuje.
Andrew Drury îdîa dike kesên dewlemend li hemberî vê yekê soza dayîna pereyan dane wî.
Drury ramanên kesên bi vî rengî wekî "dînîtî" wesif dike û dibêje, di dema çûna eniyên şer ên li Kerkûkê de, ji wî jî hatiye xwestin ku wê kiryarê bike.
Drury ku bi karê avahîsaziyê ve mijûl e, ji medyaya welatê xwe re gotiye. "Teklîf li min hat kirin ku ez bi çeka qenasê guleyekê biteqînim.
Bêyî ku ez li nav dûrbînê binêrim min gule avêt. Ez nikarim mirovekî bikujim lê hinek kes hene vê karî bi berdewamî dikin."
Ew nîşangirê Brîtanyayî îdia dike, hinek kes hebûn ji bo Îraqê geşt dikirin û wan pêwendî bi Pêşmergeyan re durist dikirin, her çi qasî pêwendî danîbûn û li dijî DAIŞê şer dikirin jî "lê di wê demê de wan xelk jî dikuşt."
Nîşangirê Brîtanyayî vê cure geştê wekî "geştyariya kuştinê" bi nav dike û dibêje: "Ev ne geştyarî ye, ev kuştin e."
Andrew Drury niha rojnameger e û mijûlî tomarkirin û amadekirina belgefîlman e.
Drury eşkere kir ku di dema ziyareta navçeyên şer de neçar maye xwe biparêze da ku tevlî kuştina mirovên sivîl nebe.
Her wiha îdia dike ku dema wî li bajarê Kerkûkê wêne dikişandin "çend caran hatiye gulebarankirin."
Lêkolînên li Îtalyayê û dosyeya Bosnayê
Andrew Drury ne tenê tekane kesek e ku îdia dike daxwaza kuştina sivîlan jê hatiye kirin.
Niha dozgerên giştî yên Îtalyayê lêkolînê li ser wan tohmetan dikin ku dibêjin welatiyên Îtalyayê di nav wan kesan de ne ku nêzîkî 70 hezar paund dane da ku herin û tenê ji bo kêfê mirovan bikujin.
Di dema şerê çar salî yê Bosnayê de, zêdetirî 11 hezar kes li Sarayevoyê hatin kuştin.
Cadeyeke sereke ya Sarayevoyê wekî "Kolana Nîşangiran" hatibû binavkirin, ji ber ku bibû yek ji cihên herî metirsîdar ên şer.
Rojnamegerê Îtalî Ezio Gavazzeni dibêje, "Ji hemû welatên Rojava xelk hebûn, wan pereyên zêde dida da ku herin wê derê û xelkê sivîl bikujin."
Ezio Gavazzeni her wiha diyar kiriye ku ji xeynî xelkê Îtalyayê, ji Almanya Fransa û Brîtanyayê jî xelk wê demê de çûne Bosnayê û tevlî kuştina sivîlan bûne.
Ezio Gavazzeni her wiha dibêje: “Ti teşwîqeke siyasî yan dînî ji bo vî karî tune bû. Ew kesên dewlemend bûn ku ji bo kêf û razîkirina xwe diçûn wê derê."
Ji bo kuştina zarokan pereyên zêdetir dihatin dayîn
Hinek rapor amaje bi wê yekê dikin ku ji bo kuştina zarokan pereyên zêdetir didan beşdar û nîşangirên kuştina sivîlan.
Çalakvanê Îtalyayî Adriano Sofri di gotarekê de nivîsiye, "Li Grbavica... dema armanc zarok bûn, rast e armanceke biçûktir bû lê nîşangir destkefteke mezintir bi dest dixist."
Adriano Sofri her wiha got, "Li wir komeke Yûnanî û Japonekî xwebexş jî hebûn."
Leşkerê Amerîkî
John Jordan leşkerekî berê yê Amerîkayê ye ew jî îdia dike ku “geştyarên nîşangir” li Sarayevoyê hebûn.
Leşkerê Amerîkayî li ser mijarê got, "Min çend caran şahidî li komekê kir ku qet nedişibiyan xelkê herêmê; ne cil û bergên wan, ne çekên wan û ne jî kiryarên wan mîna yên xelkê herêmê bûn."
Jordan diyar dike ku zilamek tê bîra wî ku bi tivingeke nêçîrê çûbû wê derê, "çeka wî zêdetir ji bo berazên kovî guncaw bû ne ji bo şerê nav bajêr" û wekî "kesekî neşareza" dan û standin pê re dikir.
Serokê Sirbistanê tê tohmetbarkirin û ew red dike
Serokê Sirbistanê red kiriye ku tevlî wê pirsê bûbe. Rojnameger û lêkolîner Domagoj Margetic dibêje: "Serokê welêt, Aleksandar Vucic, bi geştyarên çekdar re kar kiriye."
Ew îdia dike ku Vucic salên 1992 û 1993yan li Sarayevoyê 'dilxwazê şer' bûye û qaşo li goristana Cihûyan a li jûra bajêr bi cih bûye.
Domagoj Margetic her wiha dibêje, "Ew der ji bo nîşangirên biyanî cihê herî biha û taybet bû."
Margetic eşkere dike ku dîmenên vîdeoyî yên sala 1993yan Serokê welêt nîşan didin ku nîşangirek di dest de ye û li kêleka komek çekdarên din rawestiyaye lê berdevkê Serok ew tohmet wekî 'manîpulasyoneke ehmeqane' bi nav kirin.
Vucic got: "Di jiyana xwe de min qet qenas negirtiye destê xwe. Qet ew tivinga ku behs dikin, nebûye.
Şerm bikin. Tiştek nemaye ku we dernexistibe û we derew li ser nekiribe."
Rexne û dawî
Parêzer Nicola Brigida ji rojnameya El Pais a Spanyayê re got ku wan hejmarek belge pêşkêş kirine û "pêdivî bi lêkolînên zêdetir heye."
Brigida pêşbînî dike ku hinek ji gumanbaran "kesên şerxwaz in, dibe ku teşwîqkerên wan ên îdeolojîk jî hebin û evîndarên çekan bin."
Lêkolîn rastî bersivên cuda hatiye, ji ber ku rexnegir dibêjin dê zêde zehmet be piştrastkirina tawanekê ku dibe ku hatibe kirin yan nehatibe kirin di dîrokeke ew qas kevn de.
Li gorî medyaya Bosnayê, destpêka vê hefteyê, dayîkeke Bosnayî îdia kir ku kurê wê yê şeş salî li Sarayevoyê bi destê wan "geştyarên nîşangir" hatiye kuştin.
Ew îdia dike ku zarokê wê ji bo "kêfa" wan hatiye kuştin.