Efrîn (Rûdaw) – Li bajaê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, rokêtek li xaleke kontrolê ya YPGê ket, di encamê de 3 şervanên YPGê şehîd bûn, 4 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dan.
Îro derdora nîvro, rokêtek ku heta niha nayê zanîn ji kuderê ve hatiye avêtin, li xala kontrolê ya YPGê li gundê Qitmê yê Efrînê ket.
Di encamê de 3 şervanên YPGê şehîd bûn, her wiha 4 sivîlan, ku hemû ereb in, jiyana xwe ji dest dan. Hat gotin di nav sivîlan de zarokek jî heye.
Di bûyerê de 17 kes jî birîndar bûne.
Birîndar ji bo nexweşxaneya Efrînê hatin şandin. Tê gotin, rewşa hinek ji birîndaran baş nîne.
.jpg)
.jpg)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse