Encumena Wezîran ji bo 2 mijaran dicive

28-12-2017
RÛDAW
Nîşan Encumena Wezîran Kurdistan Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro dicive û biryar e di civîna îro de raporteke Wezareta Navxwe û raporteke Wezareta Şarevanî û Geştevaniyê were pêşkêşkirin û gotûbêj li ser wan raportan were kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Hewlêrê Senger Ebdulrehman ragihand: “Biryar bû Encumena Wezîran di civîna xwe ya îro de gotûbêjê li ser raporta kompaniya Dilliot a Amerîkî ya derbarê hûrbîniyên di dahata petrolê de bike, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo proseya hûrbîniya di dahata petrola Herêma Kurdistanê de girêbestek bi wê kompaniyê re îmza kiriye û wê kompaniyê jî bi vê mebestê raporta 3 mehên yekem ên sala 2017ê amade kiriye, lê belê kompaniya Dillot pêşniyara wê yekê kiriye, ji bo ku bikare raporta xwe bo tevahiya dala 2017ê amade bike, di civîna îro ya Encumena Wezîran de ev mijar bo civîneke din were paşxistin.”

 

Senger Ebdulrehman herwiha dibêje: “Ji ber wê sedemê , gotûbêjkirina raporta wê kompaniyê ji acendaya civîna îro ya Encumena Wezîran hat jêbirin.”

 

Peyamnêrê Rûdawê tekez kir: “Encumena Wezîran îro ji bo gotûbêj û nirxandina du mijarên din dicive, ku yek ji wan pêşkêşkirina raporteke Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî ye, ku derbarê wan otomobîlên zêde yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, ku di heyama du salên bihorî de û li gorî biryarên reformê yên bo biçûkkirina fermangehên hikûmetê de zêde bûn û hatine wergirtin, daku rêkarek bo çarenûsa wan otomobîlan were diyarkirin.”

 

Senger Ebdulrehman herwiha da xuyakirin: “Mijareke din a civîna îro ya Encumena Wezîran derbarê zewiyên şaredariyê û mulkên Wezareta Şarevaniyê de ye, ji ber ku Wezareta Şarevaniyê xwedî mulkeke zêde ye. Raporteke berfireh ji aliyê Wezîrê Şarevanî û Geştevaniyê ve derbarê hejmara mulkên Wezareta Şarevaniyê û çawaniya serederîkirina li gel wan mulkan de dê di civînê de were pêşkêşkirin.”

 

Nivîsîn: Sîna Soma

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst