HAK-PAR: Heta bûyera Roboskiyê zelal nebe dewlet berpirsyar e

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) derbarê 8mîn salvegera bûyera Roboskiyê de ku 34 welatiyên sivîl di wê bûyerê de hatin kuştin, daxuyaniyek belav kir.

HAK-PAR kuştiyên bûyera Roboskiyê bi bîr tîne û wê bûyerê û bikerên wê bi tundî riswa û şermezar dike.

Li gor daxuyaniyê, HAK-PAR dibêje: “Berî 8 salan, hêzên hewayî yên dewletê bi fermana fermandarên fermî yên dewletê 34 rûniştvanên Kurd bombebaran kirin û kuştin. Qaşo gotin ku me wiha zanî ku ew kesana PKKyî ne, ji ber ku ew di wê rêya ku PKKyî tê re dihatin û diçûn re derbas dibûn.”

HAK-PAR bûyera Roboskiyê wek rûyê reş ê dewleta Tirkiyê bi nav kiriye û ragihandiye, dewleta Tirkiyê ji ber sedemeke lawaz 34 gundiyên Kurd ên bêguneh komkuj kirin û tevî derbasbûna 8 salan di ser wê bûyerê re, heta niha jî ew bûyer sergirtî maye û nehatiye zelalkirin û bikerên wê nehatine cezakirin.

Di daxuyaniyê de, dewleta Tirkiyê wek aliyê tawanbar û berpirsyar di ber bûyera Roboskiyê de hatiye binavkirin û hatiye gotin: “Heya ku dewlet vê bûyerê bi tevahî ronî neke u bikerên Roboskiyê dadgehî neke, tawanbar e, qisûrdar û rûreş e. Eger dewlet dixwaz, ku xwe ji bin vê rûreşîyê xilas bike, divê rojek zûtir ji malbatên kuştiyan lêborîn bixwaze û xwe ji vê xendeqê rizgar bike. Bi gefan, bi şirove û derewan dewlet ji berpirsyariya xwe nafilite.”

HAK-PAR karesata Roboskiyê wek berdewamiya feraseta Dêrsim û bûyera Muglalî ya Ozalpê bi nav dike û dibêje: “Bêguman hetanî niha gelek bûyer û rûdanên bi vî rengî li Kurdistanê qewimî ne. Gelek ji wan bûyerana sergirtî mane, herwiha veşartî mane. Divê bê zanîn, ku her çiqas bûyer û rûdan veşartî û sergirtî bimînin, dewlet biqisûr e, tawanbar e û hevkar e.”

Di beşeke daxuyaniya xwe de, HAK-PAR rexne li operasyonên leşkerî yên Tirkiyê û siyaseta PKKê digire û dibêje: “Ji bo bidestxistina maf û berjewendiyên Kurdistanê, ne kiryar u operasyonên leşkerî, tank û top, balafır û gulebaranên dewletê û ne jî xendek û barîkat, kemîn, bombe u qompareyên destî hewce ne.

Çil salin ku, ev şer û tundî û dijwarî berdewam e. Kurdistan bûye şûna şer û şewatê. Vî şerê qirêj yê di navbera dewletê û hêza çekdar de, gelê Kurdistanê bêzar kiriye. Şûn û warên qedîm û hemû hêjayiyên xwezayî, çandî û dîrokî, miratên vê xakê, çil sal in, ku di nav vî agirî de şewitîn û kawil bûn.”

Partîya Maf û Azadiyan bang li dewleta Tirkiyê dike û dibêje, eger ku li pey çareseriyê digere, divê şêwazek aştiyane bide pêşiya xwe û tekez dike: “Eger dewlet dixwaze, ku ji bo xêra Kurdan tiştekî bike, ne bi şêwazek kûjer û tund û dijwar, ne bi kuştin û komkujî û xwînrêtinê, lê belê divê şêwazek aştiyane bide pêşiya xwe. Ya bixêr ew e, ku dewlet, rojekê zûtir van operasyon u kiryarên leşkerî bide seknandin û rojeveke nû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan veke.”

HAK-PAR bi boneya vê rojê bang li hêzên şerker dike û ji wan dixwaze, “di demeke zûtir de wan şerê qirêj rawestînin, zêdetir Kurdistanê wêran nekin û nebin sedema kuştina bi dehan ewladên welat.”