Di ser Komkujiya Robozikê re 14 sal derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser komkujiya gundê Robozikê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê re 14 sal derbas bûn.

Di Komkujiya Robozikê de 34 ciwanên Kurd bi bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê hatibûn kuştin.

Şeva 28ê Kanûna Pêşîn, balafirên şer ên Tirkiyeyê li herêma Heftanînê welatiyên sivîl ên Kurd ên ku debara xwe bi bazirganiya ser sînor dikir bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de 34 welatiyên sivîl ku 19 ji wan zarok bûn canê xwe ji dest da.

Kes nehat cezakirin

Komkujiya Robozikê yek ji komkujiyên mezin ên dîroka Komara Tirkiyeyê ye.

Tevî ku 14 sal di ser bûyerê re derbas bûne, heta niha berpirs an jî rayedarekî Tirkiyeyê nehatiye cezakirin.

Berovajî vê yekê, pileyên fermandarên ku wê demê di artêşa Tirkiyeyê de berpirs bûn hatin bilindkirin.

"Qurbanî tên bibîranîn"

Her sal 34 qurbaniyên komkujiyê li goristana gundê Bêjuhê bi çalakiyên cuda tên bibîranîn.

Tê pêşbînîkirin ku îsal jî bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li gundên Roboskî û Bêjuhê merasîmên bîranînê bên lidarxistin.

Malbatên qurbaniyan her sal li ser goran banga edaletê dikin.

Malbatên Robozikê wêneyên zarokên xwe ji ber sînga xwe kêm nakin û dixwazin berpirsên komkujiyê bên darizandin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 17ê Gulana 2018an bi hinceta ku parêzeran belgeyên pêwîst di dema xwe de amade nekirine, dosyeya Doza Robozikê red kiribû.

Redkirina dozê di navbera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Baroya Şirnexê de bûbû sedema aloziyan û aliyan hev bi xemsariyê tohmetbar kiribû.