Zanîngeha Rojavayê konferansekê li dar dixe: Bangî lêkoleran hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Rojavayê amadehiya Konferansa Zanistî ya Navneteweyî dike.
Konferans dê li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê were lidarxistin û mijara wê ya sereke "Rêgeha Şaristanî ya Kurdan û Pêşiyên Wan li Rojavayê Kurdistanê" ye.
Zanîngehê bi daxuyaniyekê bangî pispor, lêkoler, dîroknas, şûnwarnas û antropologan kir ku beşdarî xebatên Konferansa Zanistî ya Navneteweyî bibin.
Armanca sereke ya konferansê ew e ku guherînên çandî, civakî û siyasî yên rû dane binirxîne û rola Kurdan û pêşiyên wan a di van pêvajoyan de derxe pêş.
Sê panelên zanistî yên sereke
Konferans dê di çarçoveya sê panelên zanistî de were sazkirin.
Panela yekem li ser "Serdemên Beriya Nivîsînê û Dîroka Kevnar" e.
Di vê beşê de mijarên wekî niştecihbûna destpêkê, çandinî, avabûna bajaran, huner, baweriyên ayînî û kolanên şûnwarî dê werin gotûbêjkirin.
Panela duyem balê dikişîne ser "Serdemên Klasîk û Navîn".
Di vê çarçoveyê de pêwendiyên Kurdan ên bi împaratoriyên mezin re, mîrnişînên Kurdan, bandora fethên Îslamî û şûnwarên klasîk dê werin nirxandin.
Panela sêyem jî taybet e bi "Dîroka Nûjen û ya Hemdem".
Di vê beşê de mijarên wekî Serdema Osmanî, nexşekirina sînoran piştî 1918an, Serdema Mandaya Fransiz, nasnameya Kurdî ya di sedsala 20î de û rola Kurdan a di têkbirina terorê de cih digirin.
Dîrok û şertên beşdariyê
Konferans dê di navbera 16 û 18ê Gulana 2026an de li Qamişloyê were lidarxistin.
Kesên ku dixwazin beşdar bibin, divê kurteya lêkolînên xwe heta 10ê Nîsana 2026an ji navnîşanên e-mailê yên zanîngehê re bişînin.
— Zanîngeha Rojava / Rojava University (@RojavaUniv) December 21, 2025