Li Êlihê di êrişa çekdarî de kesek hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, di encama êrişeke çekdarî de kesekî canê xwe ji dest da.
Li ser bûyerê 2 kes hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Êlihê îro Alî Olgunê 32 salî rastî êrişeke çekdarî hat û bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Alî Olgun bir nexweşxaneyê.
Lê belê Alî Olgun tevî hemû bijîşkan mir.
Hat ragihandin ku têkildarî bûyerê 2 kes hatine desteserkirin û kar û barên yasayî yên derbarê wan de berdewam dikin.