Ji ber berfê dibistan dê sibe li hinek bajarên bakurê welêt girtî bin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Bedlîs û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber barîna berfê û şert û mercên neyînî yên hewayê, biryara navberdayîna perwerdeyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniyên parêzgariyan, li navenda parêzgehên Wan û Bedlîsê û li navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber ku tê pêşbînîkirin barîna berfê berdewam bike, wekî tedbîr dibistan dê sibe girtî bin.
Biryar tenê ji bo roja duşemê (29ê Kanûna 2025an) derbasdar e.
Karmendên ducanî û astengdar bi destûr in
Her wiha li gorî biryara parêzgariyan, karmendên jin ên ducanî û karmendên astengdar jî dê sibe bi destûr bên hesibandin û neçin ser kar.
Hat ragihandin ku ji ber heman rewşê li hinek parêzgehên Tirkiyeyê jî dê dibistan girtî bin.