Li ser çiyayên Serdeştê 14 kes ji ber berfa zêde asê man

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Heyva Sor a parêzgeha Urmiyeyê ragihand ku 14 kes ji ber berfê li ser çiyayên Serdeştê asê mane.

Birêvebirê Heyva Sor a parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê Hemîd Mehbûbî daxuyaniyek da û got:

"14 kes li ser çiyayên Serdeştê asê mane û tîmên hawarçûnê çûne cihê bûyerê."

Hemîd Mehbûbî da zanîn ku ji ber barîna zêde ya berfê di çûnûhatinê de astengî çêbûne û hewldanên rizgarkirinê zehmet bûne.

Doh Şemiyê jî 4 kes li sînorê gundê Alwatanê yê nêzîkî Mîraweyê di bin aşûtê de mabûn û ji wan du kes miribûn.

Ji roja Şemiyê ve pêleke berf û baranê Rojhilatê Kurdistanê daye ber xwe.

Li gorî saziya keşnasiyê, ev pêl dê heta roja Sêşemê berdewam bike.