HELEB - Taxên Kurdan di bin dorpêçê de ne: Foza Yûsifê hişyarî da

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Desteya Serokatiyê ya PYDyê Foza Yûsifê ragihand ku taxên Kurdan ên Helebê di bin dorpêçê de ne û hişyarî da ku eger rê li ber derbasbûna sotemeniyê neyê vekirin dê karesateke mirovî çêbibe.

Aloziya li her du taxên Kurdan ên Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê berdewam e.

Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ev demeke taxên Kurdan dorpêç kirine û rê nadin ku pêdiviyên sereke yên jiyanî derbasî wan deran bibin.

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsifê li ser rewşa dawî daxuyaniyek belav kir.

"Bi deh hezaran zarok ji sermayê dinalin"

Foza Yûsifê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa zarokan û wiha got:

"Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ku piraniya şêniyên wan Kurd in hîn jî di bin dorpêçê de ne.

Bi deh hezaran zarok ji ber serma û seqemê dinalin, çimkî komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rê nadin ku sotemenî derbasî van her du taxan bibe.

Eger rewş bi vî rengî berdewam bike dê bibe sedema karesateke mezin a mirovî."

Çi bûbû?

22yê Kanûna Pêşîn a 2025an komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kiribû.

Di encama wan êrişan de jinekê canê xwe ji dest dabû, 19 sivîl û 6 endamên Asayîşê jî birîndar bûbûn.

Her wiha Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Helebê ragihand ku 26ê mehê komên çekdar xala wan a kontrolê ya li Çerxerêya Şîhanê hatiye hedefgirtin û wan bersiva êrişê daye.

Her çiqas piştre li ser agirbestê lihevkirin çêbûbe jî carinan dengê çekan ji wan taxan tê û dorpêça li ser wan nayê rakirin.