SOHR: Li Helebê 2 xwendekarên Kurd hatin revandin

Hewlêr (Rûdaw) - Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li Helebê 2 xwendekarên Kurd ên zanîngehê revandin.

Li gorî SOHRê, bûyer dema ku xwendekar ji Zanîngeha Helebê vedigeriyan malên xwe qewimiye.

Her du xwendekarên ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dijîn, li Fakulteya Endezyariya Avahîsaziyê dixwînin.

Yek ji wan xwendekara sala duyem û yê din jî xwendekarê sala yekem e.

"Bi zorê hatine revandin"

Şahidan ji SOHRê re diyar kir ku çekdaran li Cadeya Zohûrê rê li ber xwendekaran girtiye û ew bi zora çekan ew revandine.

Hat diyarkirin ku demjimêr derdora 12:00an pêwendî bi wan xwendekaran re qut bûye û sedema revandina wan nayê zanîn.

Malbatan bangî rayedaran kir

Malbatên xwendekaran bangeke lezgîn li raya giştî û aliyên pêwendîdar kir û xwest ku çarenivîsa zarokên wan were eşkerekirin.

Malbatan destnîşan kir ku zarokên wan tenê mijûlî xwendina xwe ne û ti pêwendiya wan bi karên siyasî re nîne.

Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ev demeke taxên Kurdan ên Helebê dorpêç kirine û rê nadin ku pêdiviyên sereke yên jiyanî derbasî wan deran bibin.

Komên çekdar her wiha rê nadin ku kes derbasî wan taxên Şex Meqsûd û Eşrefiyeyê bibe.