Li Hewlêrê barîna berfê: 8 kes winda ne û 7 çiyager jî asê mane

Hewlêr (Rûdaw) - Li çiyayên navçeya Sîdekanê ya parêzgeha Hewlêrê 8 kes winda ne û 7 çiyager jî di nav berfê de asê mane û daxwaza alîkariyê dikin.

Birêvebirê Parastina sivîlan a Soranê Karwan Mîrawdeli ji Rûdawê re ragihand ku ji şeva borî ve 8 kesên ji Sîdekanê ku xwedî pez û dewar in û çûne çiyayên sînor, çarenivîsa wan ne diyar e.

Mîrawdelî got, "Ji şeva borî ve em li ser xetê ne, lê heta niha me nekariye tiştekî derbarê çarenivîsa wan de bizanin.

Hemû xelkê deverê ne û nasnameya 7 kesan dane me.

Em nizanin di nav berfê de asê mane yan çi hatiye serê wan.

Tiştê heye em dikarin bibêjin çarenivîsa wan ne diyar e."

7 çiyager asê mane

Birêvebirê Parastina sivîlan a Soranê Karwan Mîrawdeli her wiha diyar kir:

"Berê hişyarî hatiye dayîn ku kes neçe herêmên asê yên bi berf, lê ji doh ve tîmeke çiyageran a ji 7 kesan pêk tê li çiyayekî Sîdekanê asê maye û daxwaza alîkariyê dike."

Mîrawdelî li ser rewşa çiyageran jî ev agahî dan:

"3 otomobîl bi wan 7 çiyageran re ne. Îro tîma me dê hewl bide wan rizgar bike û ez bi xwe jî diçim hewara wan.

Lê em dikarin tenê wan rizgar bikin ne otomobîlên wan, ji ber ku berf dibare û rê zehmet e."

"Şeva borî 83 otomobîl hatin rizgarkirin"

Mîrawdelî ji welatiyan xwest ku jiyana xwe nexin metirsiyê û neçin nav berfê û got:

"Şeva borî tenê li Geliyê Alanê me 83 otomobîl ji nav berfê derxistin.

Welatî jiyana xwe dixin metirsiyê û erka karmendên me jî girantir dikin ku şeva borî ez bi xwe jî heta sibehê mijûlî rizgarkirina xelkê bûm."

Ev du roj in pêleke berf û baranê Herêma Kurdistanê girtiye û tê pêşbînîkirin heta dawiya vê hefteyê berdewam bike.

Karwan Mîrawdelî got, "Eger îro ew 7 çiyager neyên rizgarkirin, ji ber zêdehiya berfê rizgarkirina wan dê sibe zehmettir bibe."