Salvegera Komkujiya Robozikê: 'Rêya aştiyê tenê bi eşkerekirina rastiyê mimkun e'

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser Komkujiya Robozikê re ku tê de 34 welatî bi bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê hatibûn qetilkirin 14 sal derbas bûn.

Li gundê Robozikê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê, 28ê Kanûna Pêşîn a 2011an di encama bombebarana balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê de 19 ji wan zarok 34 kesan canê xwe ji dest dabû.

Di 14emîn salvegera komkujiyê de qurbanî li goristana gund hatin bibîranîn.

Serokên partiyên siyasî û hiqûqnasên ku beşdarî merasîmê bûn, bal kişand ser "rûbirûbûn" û "edaletê."

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir, Serokê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) Erinç Sagkan, Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu û nûnerên gelek saziyên civaka sivîl beşdarî merasîma bîranînê bûn.

"Robozik sûcekî li hemberî mirovahiyê ye"

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di merasîmê de axivî û bi bîr anî ku piraniya kesên hatine qetilkirin zarok bûn û bal kişand ser xeyalên nîvcomayî yên ciwanan.

Hatîmogullariyê pirsên ku 14 sal in nehatine bersivandin ducare anîn rojevê û got:

"Wê rojê civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) hebû. Gelo Robozik di wê civînê de hat rojevê?

Divê ev yek were eşkerekirin. Eger îxbareke şaş be, kê ev kir?

Na eger îxbar rast be, kîjan kesan fermana rabûn û lêdanê da wan balafiran?

Divê ev derkevin ronahiyê û bên darizandin. Robozik sûcekî li hemberî mirovahiyê ye.

Ne dem di ser dozê re derbas dibe, ne jî dosyeyeke wisa ye ku dewlet bikare ser bigire."

Hatîmogullariyê diyar kir ku li Tirkiyeyê sîstemeke hiqûqî ya dualî tê meşandin û tevî ku faîl diyar in jî nayên darizandin.

Hatîmogullariyê di axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk jî û got:

"Rêya avakirina aştiyeke bi rûmet a li vî welatî di rûbirûbûna bi êş, rastî û dîrokê re derbas dibe. Ev yek bi derxistina heqîqetan pêkan e.

Divê dewlet û hikûmet heqîqeta derbarê Robozikê de derxîne holê, lêborîneke cidî bixwaze û rûbirû bibe. Rêya avakirina aştiyê di vir re derbas dibe."

Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir jî di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku ew dê şopînerên dozê bin û got, "Deftera Robozikê nehatiye girtin û nayê girtin."

Serokê TBByê Sagkan: Sîstem birînê kûrtir dike

Serokê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê Erinç Sagkan tekez kir ku dem bi tena serê xwe têra girtina birînên ku xwîn jê diçe nake û divê ewilî mafê gihiştina rastiyê radestî mirovan were kirin.

Sagkan got, "Ez 14 sal in bi çavên xwe dibînim ku êşa malbatên ku wêneyên zarokên xwe di destên xwe de digirin her ku diçe zêdetir dibe.

Girtina birînê li aliyekî, sîstem bi hemû zordariya xwe vê birînê dikole."

Sagkan diyar kir ku wekî Navenda Mafên Mirovan a TBByê wan raporeke bi kalîte pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kiriye û wiha axivî:

"Em hêvî dikin ku sîstema darazê ya li Tirkiyeyê li cihekî ji vê şaşiyê vegere.

Soz hatibû dayîn ku ev dosye dê di dehlîzên tarî yên Enqereyê de winda nebe.

Em 14 sal in bi çirayên di destên xwe de hewl didin vê dosyeyê ji wan dehlîzên tarî derxin û di dawiyê de em dê derxin.

Rûbirûbûna bi encamên Komkujiya Robozikê re, deynekî vî civakî ye ji bo dayikên li vê derê."

Tanrikulu: Bêhna wê mirinê nayê jibîrkirin

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu jî bi bîr anî ku piştî bûyerê yekser çûye herêmê û behsa wan kêliyên ku li bîra wî mane kir.

Tanrikulu got, "Cesedên parçekirî, bêhna xwînê û mirinê ya ku 14 sal berê li Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê ez pê re rûbirû bûm, hîn di bîra min de zindî ye. Ew şop, ew bêhn nayê jibîrkirin."

Tanrikulu gotina Serokwezîrê wê demê (Erdogan) ya "Ev bûyer dê di navbirên tarî yên Enqereyê de winda nebe" bi bîr xist û parast ku desthilatê bi hevkariya darazê komkujî bê ceza hiştiye.

Tanrikulu dîmenên dronan ên ku li Komîsyona Parlamentoyê temaşe kiribûn bi bîr xist û wiha got:

"Me di dîmenên dronan de tesbît kir ku mirovên li ser sînor direviyan û heta bi çavên tazî jî diyar bû ku sivîl in.

Tevî vê yekê ev sûcê mirovahiyê bê ceza ma. Ez bangî wan kesan dikim ku dibêjin 'Pirsgirêka Kurd nîne'; Pirsgirêka Kurd tam jî ev e.

Edalet e, rûbirûbûn e, heqîqet e ku pêk nayê. Em dê berpirsyarên vê komkujiyê rojekê teqez derxin pêşberî dadgehê."