Mûsil (Rûdaw) - Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke din a çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsilê têkbirin.
Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsilê ji sê aliyan ve êrişî çeperên pêşmerge kirin, lê êrişa wan hat têkbirin û çend çekdar jî hatin kuştin.
Çavkaniyê herwiha got, li çepera rojavayê Mûsilê û çarrêya Teleferê, çekdarên DAIŞê êrîşek pêk anîn, lê bi alîkariya balafirên hevpeymaniyê êrIşa wan hat têkbirin û 3 otombîlên wan çekdaran û çend çekên wan ên giran jî hatin desteserkirin.
Bi gotina heman çavkaniyê, çend termên çekdarên DAIŞê li cihê şer mane, lê hejmara kuştiyan bi giştî nehatiye naskirin.
Çavkaniya pêşmerge diyar kir ku çekdarên DAIŞê piştî ku di êrişa xwe de şikestin, 2 caran êriş kirin ji bo ku cenazeyên çekdarên xwe bibin, lê êrîşên wan bê encam bûn.
Di çend rojên borî de çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsilê çend caran êrişî çeperên pêşmerge kiribûn, lê êrîşên wan hatibûn têkbirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse