Diyaneta Tirkiyê êrişa ser Efrînê wek “Cîhadê” bi nav dike

Navenda Nûçeyan - Serokê Karûbarên Diyaneta Tirkiyê Prof. Dr. Alî Erbaş derbarê êrîşên Tirkiyê bo ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê de got: “Ew li wê derê, em jî li vir cîhadê berdewam dikin.”


Artêşa Tirkiyê ligel çekdarên dijbereya Sûriyê ji roja 20ê Çileya 2018ê  ve operasyona bi navê “Çiqlê Zeytûnê” bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin.  Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî hatine standin, bi dehan sivîl bûne qurbaniyên êrişên balafir û topxaneyên Tirkiyê.

 

Serokê Karûbarên Diyaneta Tirkiyê Prof. Dr. Alî Erbaş li bajarê Kocaeliyê beşdarî merasîma vekirina qursa Quranê bû û derbarê êrişên Tirkiyê bo ser bajarê Efrînê de jî axifî.


Erbaş got: “Ez ji şehîdên me re rehmetê û ji gaziyan re şîfayê dixwazim. Ew li wê derê şer dikin. Em jî li vê derê kursên Quranê vedikin. Ew li wê derê, em jî li vir cîhadê berdewam dikin.”


Erbaş berî niha jî ji bo hemû fermanberên diyanetê û miftiyên bajaran re peyam şandibû ku ji bo artêşa Tirkiyê li mizgeftan diayan bikin.