Bavek û 11 kurên xwe bi hev re Pêşmerge ne

Duhok (Rûdaw) - Li Duhokê bavekî ligel 11 kurên li heman sengerê pêşmerge ne û pênc kurên wî yên biçûk hene ew jî dixwazin bibin Pêşmerge. Seyid Ebdulxefûr ev 4 sal in ligel 11 kurên xwe di yek sengerê de şer dikin û berevaniya xaka Kurdistanê dikin.

 

Pêşmerge Seyid Ebdulxefûr ligel kurên xwe bi hev re amadekariyên xwe dikin û behsa bîranînên xwe yên dema şer dikin. Ew şanaziyê bi karê xwe dikin. Her pênc zarokên wî yên din, ji ber ku temenên wan biçûk in, ew nebûne Pêşmerge.


Seyid Ebdulxefûr ku weke Bavê Mesûd banga wî dikin ji Rûdawê re diyar kir ku ew ligel 11 kurên xwe bi şanazî pêşmergetiyê dikin û pênc kurên wî yên biçûk jî hez dikin ku bibin Pêşmerge.


Pêşmerge Seyid Ebdulxefûr wiha got: “Ji bo min xewn bû ez bibim berpirsekî Pêşmerge. Niha ew xewna min bicih hate û ez bûma berpirsekî ji Pêşmerge. 11 kurên min jî ligel min pêşmerge ne û beşdarî şerî dijî DAIŞê bûne. Me bi hev re şerê man û nemanê li dijî DAIŞê kir. Em heta Şingal, Tilisqof û nahiya Wankeyê em çûn.”


Ew 11 kurên wî ji 4 dayikan in û ew kêfxweş in ku him bira ne û him jî Pêşmerge ne ligel bavê xwe. Herwiha ew gelek caran di şer de ketine rewşeke dijwar de û bi havkariya hev rizgar bûne.


Ew dibêjin heta dilopek xwîn di laşê wan de hebe, ew dê şer bikin û axa Kurdistanê biparêzin.