Li Erzinganê du otomobîl li hev qelibîn: 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Rewşa birîndarekî giran e.
Otomobîla ku S.N.Ç.yî (19) diajot li Çerxerêya Terzibabayê li otomobîla di bin kontrola O.T.yî (27) qelibî. Di qezayê de otomobîla bi plakaya 24 DF 112 bû du parçe.
Piştî agahdarkirina tîmên AFAD, polîs, tenduristiyê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Şofêrên her du otomobîlan û du kesên bi navên O.Y. (18) û H.M.T. (49) bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzinganê.
Hat zanîn ku rewşa O.T.yî giran e.