Bihayê zêr nasekine: Onsek bû 5 hezar û 600 dolar

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro gihîşt asteke dîrokî ya bêwêne û nêzîkî 5 hezar û 600 dolarî bû. Berê sibehê onseke zêr bi qasî 5 hezar û 540 dolarî dihat firotin.

Şirovekarê şirketê rawêjkariyê ya Marexê Edward Meir li ser vê mijarê got,"Zêdebûna deynên Amerîkayê û nediyariyên têkildarî karên bazirganiya cîhanî, bûn sedema bihabûna zêde ya zêr."

Bihayê zêr cara ewil roja duşemê gihîştibû asta 5 hezar dolarî û tenê di vê hefteyê de ji sedî 10 zêde bûye.

Zêr êdî ne tenê stargeheke ewle ye di dema nediyarî û dilgiraniya bazirgan û veberhêneran de, belkî bûye pîverek ji bo nirxandina saman û darayiyan. Çimkî bihayê dolarî li beramberî pereyên din ên cîhanê daketiye û baweriya bi dolarê Amerîkayê kêm bûye.

Zêr bi awayekî pratîkî cihê dolar digire. Heta niha di nav vê salê de bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 27 zêde bûye.