Alîkarî gihîştin Rojavayê Kurdistanê: Îro xwarina kampanyaya Rûdawê hat belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Desteya Kargêriyê ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) kampanyaya (Renca Rûdawê) ya Tora Medyayî ya Rûdawê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê wekî "girîng û mezin" pênase dike û dibêje, îro di çarçoveya kampanyaya Rûdawê de taştê li welatiyan hatiye belavkirin.

Heta îro bi du karwanên cuda, nêzîkî 120 barhilgir ji wan kelûpelên welatiyan di kampanyaya Tora Medyayî ya Rûdawê de pêşkêş kiribûn, gihîştine Rojavayê Kurdistanê.

Rewac Hacî, Endamê Desteya Kargêriyê ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ku erkê belavkirina alîkariyan di stûyê wî de ye, îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Alîkariyên Rûdawê xwedî girîngiyeke taybet in; barhilgir zêde ne û hemû cure kelûpel tê de ne û me îro dest bi belavkirina wan kir."

"Alîkarî gihîştin xelkê"

Rewac Hacî her wiha got, "Alîkariyên kampanyaya Rûdawê îro gihîştin destê welatiyan.

Me taştê ji wan alîkariyan belav kir. Îro li çend cihên din jî em dê alîkariyan belav bikin."

Hacî amajeyê bi wê yekê dike, ew ardê ku di kampanyaya Rûdawê de hatiye komkirin û gihîştiye Rojavayê Kurdistanê, didin firinan û dikin nan û li gel xwarina germ pêşkêşî welatiyan dikin.

Belavkirin berdewam dike

Rewac Hacî da zanîn ku ew merş û xalîçeyên ku ji kampanyaya Rûdawê gihîştine Rojavayê Kurdistanê tên perçekirin û li gorî pêwîstiya welatiyên awarebûyî tên belavkirin.

Wî her wiha got, "Îro, sibê û dusibê em dê ji wan xwarinan belav bikin ku kampanyaya Rûdawê kom kirine."

Kampanyaya Tora Medyayî ya Rûdawê şeva 22yê vê mehê li ber Mizgefta Celîl Xeyatê ya Hewlêrê dest pê kir û ji bilî Hewlêrê, alîkarî li ofîsên Rûdawê yên li Silêmanî û Dihokê jî hatin komkirin û heta 25ê mehê berdewam kiribû.