Yekîtiya Ewropayê Supaya Pasdaran xist lîsteya terorê

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê ragihand, wezîrên karên derve yên welatên endam di yekîtiyê de gaveke "diyarker" avêt û Supaya Pasdaran a Îranê wekî rêxistineke terorîst nasand.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Kallasê got, " Wezîrên Karên Derve yên Yekitiya Ewropayê gaveke diyarker avêt û Supaya Pasdaran a Îranê wekî rêxistineke terorîst pênase kir.

"Ji bo hilweşîna xwe dikin"

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê hişyariyeke tund jî da berpirsên bilind ên Tehranê û got:

"Her rejîma ku bi hezaran kes ji gelê xwe dikuje, ji bo hilweşîna xwe dixebite."

Ev biryara Yekîtiya Ewropayê piştî çendîn hefteyên givaşên siyasî û dîplomatîk tê û wekî werçerxanekê di dan û standina Yekîtiya Ewropayê ya li gel Komara Îslamî ya Îranê de tê dîtin.

Dê çi were qedexekirin?

Ev biryar rê dide welatên Ewropayê ku tevahiya darayî û sermayeyên wê hêzê li Ewropayê bicemidînin, çûna nav axa Ewropayê li endamên wê qedexe bikin û her cûre dan û standina bazirganî li gel kompanyayên ser bi Supaya Pasdaran ve wekî "tawana terorîstî" bê qebûlkirin.

Ev gava Brukselê di heman demê de ye li gel gefên tund ên Donald Trump û şandina keştiyên şer ên ji bo herêmê.