Eraqçî: Eger şer derkeve dê zerereke mezin bigihîje Ewropayê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li hemberî biryara Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ku Supaya Pasdaran dixe "lîsteya terorê", bertekeke tund nîşan da.

Eraqçî ev pêngava Brukselê wekî "şaşitiyeke mezin a stratejîk" bi nav kir û helwesta Ewropayê ya li herêmê rexne kir.

"Agirê şer geş dikin"

Ebas Eraqçî li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir û got ku Ewropa li şûna kêmkirina rageşiya li herêmê, mijûlî "geşkirina agirê şer" e.

Eraqçî diyar kir ku gelek welat ji bo rêgirtina li şerekî berfireh hewl didin lê welatên Ewropayê ne di nav wan de ne û YE bi "durûtiyê" tohmetbar kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê destnîşan kir ku Ewropayê li hemberî kiryarên Îsraîlê yên li Xezeyê ti gav neavêtiye, lê li hemberî vê yekê "bi navê mafên mirovan" ji bo givaşxistina ser Îranê lezê dike.

Eraqçî tekez kir ku ev gava YEyê "şoveke medyayî" ye ji bo veşartina paşvekişîna Ewropayê ya li qada navneteweyî.

Pêngava Yekîtiya Ewropayê

Ev berteka Tehranê piştî daxuyaniyên Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehî û Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê hat.

Kallasê pênasekirina Supaya Pasdaran wekî "rêxistineke terorîst" wekî "pêngaveke diyarker" dîtibû û ragihandibû ku zextên li navçeyê "bê bersiv namînin".

Ev biryar, cemidandina mal û milkên wê hêzê yên li Ewropayê û qedexekirina çûna endamên wê bo nav Yekîtiyê li xwe digire.

Hişyariya li ser enerjiyê

Ebas Eraqçî behsa encamên şerekî berfireh ê gengaz kir û hişyarî da ku Ewropa dê bi taybetî ji ber bihayên enerjiyê "zerereke mezin bibîne."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku polîtîkayên heyî zererê didin berjewendiyên Ewropayê bi xwe û got:

"Ewropî heqê tiştên çêtir in ji yên ku hikûmetên wan pêşkêşî wan dikin."