Seferên Balafirgeha Hewlêrê hatin bipaşxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand ku ji ber mijê zêde wan biryar daye ku balafirgehê bigirin û seferan paş bixin.
Birêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar got, "Me biryar da ku ji demjimêr 09:30ê vê şevê ve balafirgehê bigirin û hemû sefer heta demekê nediyar hatin paşxistin."
Ehmed Hoşyar amaje bi wê yekê kir, "Mesafeya dîtinê daketiye 350 metreyan û ev yek jî seferên balafiran zehmet dike."
"Mij dê heta sibehê berdewam bike"
Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê Dîlan Reşad jî ji Rûdawê re ragihand:
"Ji ber ku pileyên germê 2 heta 4 pileyan dadikevin, îşev mij dê bandorê li Herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî li Hewlêrê bike."
Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê got, "Mij dê heta demên sibehê berdewam bike û paşê bandora wê kêm bibe."
Îro nîvro li Hewlêrê pileya germê 10 pile bû, li gorî gotina Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê, nîvê şevê dê 2 heta 4 pileyan dakeve.