MÊRDÎN - 16 piştgirên Rojavayê Kurdistanê hatin dersînorkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Tirkiyeyê 16 ciwanên enternasyonalîst ên ku ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ji Ewropayê çûbûn Mêrdîna Bakurê Kurdistanê dersînor kirin.

Li gorî zanyariyan, 16 ciwanên enternasyonalîst ên ku ji welatên cuda yên Ewropayê ji bo piştevaniya xelkê Rojavayê Kurdistanê çûbûn Mêrdînê, ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Ciwanên enternasyonalîst piştî kar û barên îfadeyê yên li Birêvebiriya Ewlehiyê ya Mêrdînê sewqî Birêvebiriya Koçê ya Parêzgeha Mêrdînê hatin kirin.

Hinceta dersînorkirinê: Beşdariya çalakiyan

Hat ragihandin ew ciwan bi hinceta ku li dijî êrişên li Rojavayê Kurdistanê beşdarî çalakî û xwenîşandanan bûne biryara dersînorkirina wan hatiye dayîn.

Piştî temambûna kar û barên yasayî yên li Birêvebiriya Koçê, her 16 ciwan hatin dersînorkirin.

Ciwanên enternasyonalîst bi mebesta şermezarkirina êrişên ji 6ê vê mehê ve yên Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar ên li ser Rojavayê Kurdistanê û ji bo nîşandana piştevaniya navneteweyî çûbûn Bakurê Kurdistanê.

Nasnameyên kesên ku hatine dersînorkirin wiha ne:

Anna Marie Muller, Marlene Emma Heldmann, Hilde Graf, Lana Sommer, Paul-Mathis Pfeiffer, Lea Hobbiebrunken, Laura Katharina Janku, Anjo Genow, Laura Schmid, Sarah Maria Moosmann, Emma Nelly Umlau, Lynn Mariam Bojang, Lena Sophie Schneider, Johanna Wiggers, Hannah Doris Drexler û Fereshte Khosravi.