SOMO: Rojane nêzîkî 200 hezar bermîl petrola Kurdistanê tê hinartin

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebirê Şirketa Bazarkirina Petrola Îraqê (SOMO) diyar kir ku rojane bi nêzîkî 200 hezar bermîl petrol tê hinartin.

SOMOyê eşkere kir ku lihevkirina petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de "serkeftineke mezin" bi dest xistiye û niha rojane bi navînî 200 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê tê hinartin.

Birêvebirê Şirketa Bazarkirina Petrola Îraqê Elî Nîzar Şetrî di daxuyaniyeke taybet de ji bo nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Ziyad Îsmaîl re got,"Ti pirsgirêkek nîne û hemû alî ji bo serkeftina vê lihevkirina dîrokî alîkar in."

Birêvebirê SOMOyê amaje pê kir ku pêvajoya hilberîn û hinartina petrolê didome û got:

"Niha rojane bi navînî 200 hezar bermîl petrol tê hinartin. Em bi hêvî ne ku di demeke nêz de piştî zêdebûna asta hilberînê, em qebareya hinartinê jî zêdetir bikin da ku dahateke zêdetir ji bo welat were dabînkirin."

 Piştî ku dawiya Adara 2023yan hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê hatibû rawestandin, 22yê Îlona 2025an Bexda, Hewlêr û şirketên petrolê ji bo destpêkirina ducare ya hinartinê lihevkirineke sêalî îmze kiribû.

 Derbarê nûkirina wê lihevkirinê de Elî Nîzar Şetrî got,"Nûkirina lihevkirinê bi serkeftina pêvajoyê ve girêdayî bû ku şikir ji Xwedê re serkeftin pêk hatiye.

Derbarê nûkirina fermî ya lihevkirinê de jî, ev mijarek e ku ji bo hikûmeta bê hatiye hiştin."

Berê Alîkarê Birêvebirê Şirketa SOMOyê Dr. Hemdî Şingalî 27ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji Rûdawê re gotibû: "Lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji bo sê mehên din û heta 31ê Adara 2026an hatiye dirêjkirin û ti guherînek di naveroka lihevkirinê de nehatiye kirin."

Şingalî eşkere kiribû ku dirêjkirina lihevkirinê dê bi şêweyê "sê meh bi sê meh" be heta ku Yasaya Petrol û Gazê û Yasaya Budceyê ya nû werin pejirandin.

Birêvebirê SOMOyê di beşeke din a axaftina xwe de behsa stratejiya şirketa xwe kir û got:

"Em zêdetir teqeziyê li ser hevsengiya bazara petrolê dikin, ne tenê li ser bihayê wê; çimkî hevsengî bihayekî adil ji bo kiriyar û hilberîneran dabîn dike."

Elî Nîzar Şetrî derbarê pêwendiya hinartina petrolê û mijara meaşê karmendên Herêma Kurdistanê jî got:

 "Mijara meaşî pêwendî bi karê hikûmetê re heye, ez li vir tenê wekî nûnerê şirketa SOMOyê diaxivim û karên me di çarçoveya bazarkirina petrolê de ye.”