Dr. Ebas Azad: Me li Qamişlo û Amûdê zêdetirî 3 hezar nexweşan derman kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Tîma Tenduristiyê ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Dr. Ebas Azad eşkere kir ku pêdiviyên bijîşkî yên kampanyaya Rûdawê li nexweşxaneyên Rojava tên belavkirin.
Dr. Ebas Azad behsa ragihand di alîkariyên kampanyaya 'Renca Rûdawê' de gelek derman û pêdiviyên bijîşkî hebûn û piştî hilanîna li depoyan, ew dê li ser bingeh û nexweşxaneyan werin belavkirin.
Dr. Ebas Azad ji nûçegihana Rûdawê ya li Qamişloyê Dilniya Rehmanê re got ku beşeke zêde ya derman û pêdiviyên bijîşkî di nav alîkariyên kampanyaya Rencî Rûdawê de hene.
Dr. Ebas Azad eşkere kir ku derman dê li depoyan werin bicihkirin û pişt re li ser bingeh û nexweşxaneyan werin belavkirin.
Li gorî gotina Dr. Ebas Azad, wan li Qamişlo û Amûdê serdana 43 dibistan û mizgeftan kiriye û zêdetirî sê hezar nexweş derman kirine.
Azad her wiha anî zimên ku di qonaxa bê de xizmetên wan dê berfirehtir bibin û ew dixebitin da ku emeliyatan jî ji bo birîndar û nexweşan bikin.
Berpirsê Tîma Tenduristiyê ya Dezgeha Barzanî spasiya xêrxwazan kir û rola Rûdawê ya di komkirina alîkariyan de bilind nirxand.
Ev derman û pêdiviyên bijîşkî bi rêya kampanyaya 'Rencê Rûdawê' ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin şandin.