40 barhilgirên kampanyaya 'Renca Rûdawê' gihîştin Qamişloyê

Qamişlo - Karwanê yekem ê kampanyaya alîkariyê ya "Renca Rûdawê" gihîşt Rojavayê Kurdistanê.

Ev barhilgirên ku tije dilsoziya xelkê Başûrê Kurdistanê ne, doh gihîştin bajarê Qamişloyê.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê li ser cadeyan bi tilîlî, çepik û Alayên Kurdistanê pêşwaziya karwanê alîkariyê kir.

Welatiyan bi sloganên "Bijî Rûdaw" kêfxweşiya xwe anî zimên.

Pêşkêşkarê navdar ê Rûdawê Dilbixwîn Dara jî li gel karwanê alîkariyê bû.

Welatiyan li her derê spasiya wî dikir û digot, "Rûdaw gelekî mezin e û karekî dîrokî ji bo me kir, wan ti carî em ji bîr nekirin."

Karwanê yekem ji 40 barhilgiran pêk tê ku tê de hemû pêdiviyên malbatan ên wekî kel û pelên xwarinê, amûrên germkirinê û pêdiviyên tenduristiyê hene.

Biryar e îro Pêncşemê dest bi dabeşkirina van alîkariyan were kirin.

Kampanyaya "Renca Rûdaw" a ji bo Rojavayê Kurdistanê 22yê vê mehê dest pê kiribû û heta niha zêdetirî 120 barhilgirên alîkariyên mirovî hatine komkirin.

Berpirsê Dosyeya Sûriyeyê di Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de Rewac Hacî diyar kir ku di du qonaxên din de barhilgirên mayî jî dê bigihîjin Rojavayê Kurdistanê.

Tê çaverêkirin ku îro 80 barhilgirên din jî bigihîjin herêmê.

Welatiyên bi navê Ebdulkerîm Ebdulezîz, Şivan Ebdullah û Etiya Ebdullah kêfxweşiya xwe ya ji bo gihîştina alîkariyan anîn zimên û spasiya xelkê Başûrê Kurdistanê û Tora Medyayî ya Rûdawê kir.

Pêşkeşkarê Rûdawê Renc Sengawî serperiştiya kampanyaya Renca Rûdawê kir.