Li Semsûrê xwendekar bi jehrê ketin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Semsûrê 7 xwendekar piştî xwarinê bi jehrê ketin.
Kesên bi jehrê ketin birin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyan îro li dibistaneke navîn a Îmam Xatîbê piştî xwarinê 7 xwendekar bi jehrê ketin.
Tîmên tenduristiyê li ser giliyên xwendekaran çûn dibistanê û ew veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Semsûrê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya xwendekaran baş e.