Li Semsûrê xwendekar bi kêran pev çûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Semsûrê di navbera xwendekarên dibistana navîn de pevçûna bi kêran derket.
Di encama pevçûnê de kesek birîndar bû.
Li Taxa Malazgîrtê, navbera du xwendekarên Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Şehît Turan Çelîkê nîqaş deket.
Piştî ku bûyer mezin bû xwendekarê navê wî nehat zanîn bi kêra li ba xwe, lingê xwendekarê bi navê A.V ê 14 salî da ber kêrê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhast Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Semsûrê.
Hat zanîn ku rewşa xwendekarê birîndar baş e.
Tîmên polêsan ji bo girtina gumanbarê reviya xebat dan destpêkirin.