Welatî got Artêşa Azad talan kir, kanala Tirkî weke YPG wergerand

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji kiryarên grûpên çekdar ên li nav bajarê pir bêzar û aciz bûne. Welatiyekî ji Efrînê dibêje Artêşa Azad malên wan talan kirine û ew wan naxwazin, lê kanala Tirkî weke YPG wergerand.

 

Tevî dizî, talankirin, sivikatî bi sembolên Kurdan, çekdarên wan grûpan destdirêjiya seksî li çend keçên Efrînê kirine.

 

Kalemêrekî ji Efrînê li pêş kamereya kenaleke Tirkî bi tundî êrîşî Artêşa Azad dike û dibêje ku “Artêşa Azad ne artêşeke azad e, diz in, wêrankar in, terorîst in, male me birin, şeva borî destdirêjî li 3 keçan kirin, temenê wê 15 salî bû.”

 

Lê kanala Tirkî gotinên kalemêrê Efrînî ji rê derdixe û Artêşa Azad bi YPG diguherîne û dibêje: “Em naxwazin ewên ku ne xelkê Efrînê ne li vir bimînin, YPG ne rêxistineke ji vê derê ye. Wan mal û milkên xelkê talan kirine û çavê xwe birine ser namûsa xelkê.”

 

Derbarê destdirêjiya seksî li ser jinan de, çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re eşkere kir ku çend çekdarên opozisyona Sûriyê hewla destdirêjiya seksî li keçekê dabûn, lê welatiyan nehiştibûn.

 

Li gorî çavkaniyê, hejmareke mezin ji xelkê Efrînê çûbûn navenda Artêşa Tirkiyê û nerazîbûna xwe nîşan dabûn.

 

Çavkaniyê diyar kir ku 4 çekdarên tohmetbar hatine girtin û fermandarên Artêşa Tirkiyê soz dane ku ew grûpên çekdar ji nav bajêr bêne derxistin, lê bi gotina heman çavkaniyê heta niha ew soz nehatiye cîbicîkirin.