Li Bakurê Kurdistanê hewlên vekirina rêyan berdewam in
Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê hewlên vekirina rêyan berdewam in ku li 4 parêzgehan rêyên 569 gundan hatibûn girtin.
Li parêzgehên Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê ji ber barîna berfa zêde rêkên 569 gundan hatibûn girtin û ji wê rojê ve tîmên şaredariyan hewil didin ku riyan vekin.
Lê li hinek navçeyan bi qasî 4 metreyan berf heye û paqijkirina wan riyan jî hinekî dereng dikeve.
Li gorî zanyariyan, tevahiya rêyên gundên wan parêzgehan hatine vekirin, tenê 17 gund mane ku rûyên wan nehatine vekirin lê hewlên vekirina wan riyan jî berdewam in.