Li Herêma Kurdistanê roja yekem a Cejna Remezanê diyar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Bilind a Dîtina Heyvê ya ser bi Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand, roja yekşemê roja yekem a Cejna Remezanê ye.
Komîteya Bilind a Dîtina Heyvê ragihand ku li gorî belgeyên şerî li Silêmaniyê heyv hatiye dîtin lewma biryar hatiye dayîn ku sibe Yekşemê 30 Adara 2025an roja yekem a Cejna Remezanê be.
Komîteya Dîtina Heyvê ya Erebistana Siûdî jî ragihand ku sibe yekşemê dê bibe roja yekem a Cejna Remezanê.