Nêçîrvan Barzanî: Cejn ji bo avakirina pêwendiyan derfetek e

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta Cejna Remezanê peymek belav kir û got “Cejn derfetek e bo avakirina peywendiyên me li ser bingeha dostayetî û hevkariyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Hatina cejna pîroz a Remezanê li hemû misilmanên li Kurdistanê, her wiha yên li Îraq û cîhanê, bi taybetî jî li malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan pîroz be.

Hêvîdar im ku her kes cejn û bêhnvedaneke aram û rehet û tije bextewarî derbas bike û bi xêr û xweşî ji bo hemû aliyan vegere.

Ev cejna pîroz, helkeftin û derfetek e ji bo ku em hemû girêdana xwe bi wate û nirx û peyamên bilind ên cejnê yên lihevhatinê, lêbûrînê, aştiyê, efûkirinê û mirovdostiyê re nû bikin, li têkiliyên xwe binêrin û li ser bingeha rêz û hezkirinê, dostanî û hevkariyê, ji nû ve ava bikin.

Hêvîdar im ku cejn û helkeftinên pêşerojê, ji her kesî re di rewş û roj û jiyan û halekî baştir de bên û em hemû bi hev re li Herêma Kurdistanê û Îraqê, yekbûyî û harîkar, bikaribin baştir xizmeta gel û welat bikin.

Cejna we hemûyan pîroz be, her sal bi xweşî."