Malîkî: Êrişên li malên Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî hewldana derxistina aloziyê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malîkî êrişên li cihên niştecihbûnê yên serkirdeyên Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Nûrî Malîkê her wiha hişyarî da ku ev yek dibe sedema derxistina aloziyan.
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malîkî derbarê êrişên li malên Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.
Malîkî di peyama xwe de got, "Bikarmancgirtina malên her yek ji birêzan Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî karekî redkirî û şermezarkirî ye."
"Dibin sedema lawazbûna yekrêziyê"
Nûrî Malîkî diyar kir ku ev cure reftar tenê kesayetan nakin armanc.
Malîkî amaje pê kir ku ev êriş bandorê li ewlehî û aramiya hemû Îraqê dikin û got, "Ev êriş dibin sedema lawazbûna yekrêziya niştimanî."
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê di peyama xwe de tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina aheng û yekrêziya di navbera pêkhateyên Îraqê de kir.
Nûrî Malîkî diyar kir ku ew tundiyê bi her cureyê wê red dikin.
Malîkî bangî aliyan kir ku wekî "yek refî" bisekinin da ku wan hewldanan têk bibin.
Wî eşkere kir ku ew hewldan dixwazin aramiya welêt têk bidin û di navbera pêkhateyan de aloziyê derxînin.
Êrişên bi dronan
28ê Adara 2026an bi dronan êrişî sînorê parêzgeha Dihokê hat kirin.
Yek ji dronan mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir armanc.
Her wiha Serok Mesûd Barzanî ragihand, ji dema ku şer dest pê kiriye ve "5 caran êrişî baregeha me hatiye kirin."
Serok Barzanî gotibû, "Lê me deng nekir da ku di nav gel de dilgiranî û hêrsbûn çênebe."