Aloziya vexwendinê: PJAK dê beşdarî Kongreya Azadiyê ya Îranê bibe?

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji lîsteya Kongreya Azadiya Îranê ya ku li Londonê tê lidarxistin hatibû derxistin.

PJAKê ragihand ku piştî bertekan ew careke din ji bo kongreyê hatine vexwendin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku li Rojhilatê Kurdistanê kar û xebatên xwe dike, li ser beşdarbûna kongreyê daxuyaniyeke fermî da.

"Navê partiyê ji bernameyê hat derxistin"

Di daxuyaniya Komîteya Pêwendiyên Derve ya PJAKê de ev agahî hatin dayîn:

"PJAKê li ser vexwendina fermî ya destpêkê bi nêzîkatiyeke erênî piştgirî da kongreyê.

Lê di berdewamiya pêvajoyê de, li dijî prensîbên demokratîk û bêyî ti daxuyaniyê navê partiyê û statuya nûnertiyê ji bernameyê hat derxistin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PJAKê li hemberî vê rewşê helwesteke rexneyî nîşan daye û wiha hat gotin:

"Ev helwest ji aliyê kesayet û hêzên alîgirên demokrasiyê ve bi piştgiriyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Vê piştgiriyê îspat kir ku di nav civakê û hêzên siyasî de wijdana azadî û demokrasiyê zindî ye û hêviya ji bo nêzîkatiyên berfireh ên li ser van prensîban zêdetir kiriye."

“Vexwendina PJAKê hat nûkirin”

Di daxuyaniyê de li ser çareserkirina pirsgirêkê ev agahî hatin dayîn:

"Pişt re, hinek endamên komîteya hevahengiyê ya kongreyê hevdîtinên giran kirin û ji bo sererastkirina vê biryarê hewl dan.

Di encamê de ji nû ve lihevkirinek çêbû. Li ser vê yekê vexwendina ji bo PJAKê hat nûkirin.

Nûnerê sereke yê partiyê dê di kongreyê de amade be û dê axaftinekê bike.

PJAK spasiya hemû kesayet û hêzên ku ji bo parastina pîvanên demokratîk û sererastkirina vê pêvajoyê hewl dane dike.

Em careke din tekez dikin ku dê pirsgirêkên di navbera partiyên Kurdistanê de di çarçoveya tifaqan de û bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Di encamê de, em spasiya wan hewldanan dikin û radigihînin ku PJAK dê li ser vexwendina nû di Kongreya Azadiyê ya Îranê de cih bigire û beşdariya xwe ya çalak bidomîne."

Çi bûbû?

Kongreya Azadiyê ya Îranê ku meha Adarê li Brîtanyayê hatibû avakirin, ragihandibû ku ew dê li Londonê kongreyekê ji 2 rûniştinan pêk bînin.

Rûniştina ewil a kongreyê doh hat kirin.

Berê hatibû ragihandin ku dê PJAK (ku endamê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê ye) jî were vexwendin.

Lê PJAKê daxuyandibû ku 24 saet beriya destpêkirina kongreyê, komîteya kongreyê telefonî wan kiriye û xwestiye ku ew neçin kongreyê.

PJAKê di daxuyaniya xwe de, derxistina ji lîsteya wê kongreyê wekî "destwerdana veşartî" nirxandibû.