Brîtanya: Em êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê ya Hewlêrê, êrişên li mala Serokê Herêma Kurdistanê ya li Dihokê û deverên din ên Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê ya Hewlêrê derbarê êrişên li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê û deverên din ên Herêma Kurdistanê bi Kurdî peyamek belav kir.
Konsulxaneyê got, Brîtanua bi tundî êrîşên neheq ên li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê ya li Dihokê û deverên din ên Herêma Kurdistana Îraqê şermezar dike."
Konsulxaneya Brîtanyayê her wiha ji bo parastina aramiya Îraqê û Herêma Kurdistanê xwest ku rewş "demildest were aramkirin."
Şermezarkirinên navneteweyî zêde dibin
Sibeha 28ê Adara 2026an, bi çend dronan êrişî Dihokê hat kirin.
Yek ji wan êrişan li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li wî bajarî bû.
Vê yekê di asta Herêma Kurdistanê, Îraq, welatên cîran û cîhanê de nerazîbûnên tund bi xwe re anîn.
Nerazîbûnên li dijî êrişê her ku diçe berfirehtir dibin.
Ji bilî berpirsên bilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê; Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron êriş bi tundî şermezar kir û wekî "nayê qebûlkirin" pênase kir.
Her wiha Amerîkay, Îran û Tirkiyeyê jî di asta bilind de êriş şermezar kir.
Konsulxaneya Rûsyayê ya li Hewlêrê û Serokê Îmaratê Mihemed Bîn Zeyd jî di pêwendiyeke telefonî ya bi Nêçîrvan Barzanî re, êriş "bi tundî" şermezar kir.