Platforma Neteweyî ya Kurdan danezana xwe eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Neteweyî ya Kurdan ku li Amedê avabûna xwe ragihand, metna danezanê ya ku ji 13 xalên bingehîn pêk tê bi raya giştî re parve kir.

Platformê tundî wekî rêbazeke lêgerîna mafan red kir.

Platformê her wiha bidestxistina statuyeke siyasî, cografî û hiqûqî ya Kurdan û fermîbûna Kurdî wekî armanca bingehîn diyar kir.

Platforma Neteweyî ya Kurdan tekez kir ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî derbas dibe.

Platformê bi metna danezanê ya 29ê Adara 2026an nexşerêya xwe ya siyasî eşkere kir.

Di metnê de hat diyarkirin ku di pêvajoya ku li Tirkiyeyê bi bêdengbûna çekan dest pê kiriye de neavêtina gavên berbiçav ên derbarê mafên gelê Kurd de "hêvîşikestin û dilgiraniyeke" mezin çêkiriye.

“Krîza nûnertiya siyasî heye”

Di danezanê de hat destnîşankirin ku avahiya niha ya siyaseta Kurdan di "krîza nûnertiyê" de ye.

Platformê hişyarî da ku ev rewş dibe ku bibe sedem ku ji bo gelê Kurd derfetên mezin ji dest biçin.

Platformê tekez kir ku ji bo derbaskirina vê krîzê pêwîstî bi "siyaseteke sivîl a navendî" ya demokratîk û piralî heye.

Platformê her wiha diyar kir ku divê ev siyaset hemû beşên olî, îdeolojîk û civakî li xwe bigire.

Nexşerêya ji 13 xalan

Kurteya nexşerêya ji 13 xalan a ku di danezanê de derdikeve pêş wiha ye:

1- Statu û Kurdî: Tê xwestin ku Kurd wekî pêwîstiya hiqûqa navneteweyî ji ber ku "milet" in statuyeke siyasî, cografî, îdarî û hiqûqî bi dest bixin û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.

2 - Siyaseta sivîl: Di rêbaza têkoşînê de dê meşrûiyet, şefafiyet, siyaseta legal û sivîl esas were girtin.

3 - Redkirina tundiyê: Di şert û mercên niha de tundî di têkoşîna lêgerîna mafan de wekî amûreke meşrû nayê dîtin. Danîna çekan wekî bipêşketineke erênî tê nirxandin.

4 - Dîroka hevpar: Di dîroka siyasî ya Kurdan de hemû pratîkên erênî wekî çavkaniya îlhamekê û yên neyînî jî wekî rastiyeke ku mirov dersê jê wergire tên qebûlkirin.

5 - Azadiya baweriyê: Her cure azadiya bawerî û ramanê esas e. Platform dê bi awayekî wekhev nêzîkî hemû baweriyan bibe û dê li dijî bikaranîna baweriyan a wekî amûr derkeve.

6 - Ji wesayetê re na: Di siyasetê de her cure wesayet tê redkirin. Ti kom an partî nikare serdestiyê li ser platformê ava bike.

7 - Mafê rexneyê: Bi şertê ku heqaret tê de nebe, derbirîna her cure nêrîn û ramanê ya bêyî zextê prensîba bingehîn e.

8 - Hevkariya berfireh û piştgirî: Tê diyarkirin ku ew her tim ji hevkarî û piştgiriyê re vekirî ne. Ev helwest heta ji bo wan kes û komên ku li hemberî sîstema yekperest û asîmîlasyonparêz helwesteke zelal nîşan nadin jî derbasdar e.

9 - Siyasetnekirina li ser dijberiyê: Siyaset dê li ser dijberiya kes an komekê neyê avakirin. Dê li ser bingeha xeta xwe ya neteweyî siyaset were hilberandin, ne di ser kêmasiyên kesên din re.

10 - Yekîtiya neteweyî: Pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan stratejiya bingehîn e. Di têkiliyên bi komên "Kurdistanî" yên li derveyî platformê re dê hiqûqa biratiyê û nirxên exlaqî bên parastin.

11 - Zimanê avaker: Zimanê siyasetê dê ji biçûkxistin û cudakirinê dûr be û dê çareserîparêz û avaker be.

12 - Îstismarkirina êşên Kurdan: Dê destûr neyê dayîn ku êşên dîrokî û neteweyî yên gelê Kurd ji aliyê partiyên din ve ji bo berjewendiyên wan werin îstismarkirin.

13 - Qada xebatê: Qada sereke Bakurê Kurdistanê û Tirkiye ye. Lê li kû dera cîhanê dibe bila bibe, dê bi hemû kesayet û saziyên Kurdan ên ku têkoşîna mafan didin re di çarçoveya "Yekîtiya Neteweyî" de têkiliyên meşrû bên bipêşxistin.

“Em rêxistina nûnertiya hevpar a Kurdan in”

Di beşa encamê ya danezanê de hat tekezkirin ku Platforma Neteweyî ya Kurdan ne tenê îdealeke azadbûnê ye, di cewhera xwe de "ramaneke şaristaniyê" jî dihewîne.

Di metnê de hat gotin, " Platforma Neteweyî ya Kurdan, saziya hevpar û rêxistina nûnertiyê ya Kurdên li ser xeta neteweyî ye. Di vê rêya ku em derketinê de, em her kesî wekî xwedî û şirîkê vê projeyê dibînin."

Platformê ragihand ku ew dê di nav saleke pêşiya me de xebatên xwe yên rêxistinbûnê bidomîne.

Her wiha hat diyarkirin ku eger şert û merc pêk werin ew dê avahiya xwe ya sazîbûnê xurttir bikin.