Komkara Ereban: Em êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebûl Xeyt bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.
Ehmed Ebûl Xeyt ragihand ku ew êrişa dronî ya li mala wî ya li Dihokê "bi tundî" şermezar dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê ji Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebûl Xeyt re xeber da.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Ehmed Ebûl Xeyt "bi tundî êrişa dronî ya duh a li mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar kir û piştgiriya Komkara Ereban a ji bo parastina asayîş û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir."
Nêçîrvan Barzanî jî spasiya helwesta Komkara Ereban kir ji bo piştgiriya wan a berdewam a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê.
Di peywendiyê de her wiha pêşhatên dawî yên herêmê û encamên şer hatin gotûbêjkirin.
Bertekên li dijî êrişê
Berê sibehê roja şemiyê 28ê Adarê, çend êrişên dronî li Dihokê çêbûn û yek ji wan li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ket.
Ev êriş bû sedema nerazîbûneke mezin li asta Îraq, Kurdistan herêm û cîhanê.
Ji xeynî berpirsên Kurdistan û Îraqê, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron êriş wekî "nayê qebûlkirin" pênase kir û şermezar kir.
Her wiha Îran, Amerîka, Tirkiye û Qeterê jî di asta herî bilind de bertek nîşan dan.
Konsulxaneyên Brîtanya û Rûsyayê yên li Hewlêrê jî êriş şermezar kirin.
Her wiha Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayed jî bi peywendiyeke telefonî piştgiriya xwe ji bo Nêçîrvan Barzanî diyar kir.
Peyama Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî doh beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku ev êriş ne mijareke kesî ye lê "pêşhateke metirsîdar e ji bo hemû Îraqê."
Serokê Herêma Kurdistanê got, "Pêwîst e hikûmeta federal a Îraqê bi gelekî cidî li ser vê mijarê bifikire, li ser wan kesên ku li derveyî qanûnê êrişî saziyên dewleta Îraqê dikin."