Serok Barzanî hişyarî da Bexdayê: Sepandina biryaran rewşê xirabtir dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser rewşa dawî ya Îraqê peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de ji serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe û Encumena Siyasî ya Niştimanî ya Îraqê (Hevalbendiya 5 hêzên Sunî), daxwaz kir ku ji bo diyarkirina serokkomar û serokwezîr di civîna parlamentoyê de lezê nekin.

Serok Barzanî her wiha hişyarî da ku sepandina biryaran li ser pêkhateyan dê rewşa Îraqê xirabtir bike û divê Kurd bi xwe biryarê li ser posta serokkomariyê bidin.

Serok Barzanî daxwaz ji hêzên siyasî yên Îraqê kir ku şêwirên xwe zêde bikin û bigihin lihevkirineke berfireh a niştimanî da ku xitimandina di pêvajoya pêkanîna hikûmetê û hilbijartina serokkomar de were çareserkirin.

Serok Mesûd Barzanî tekezî li ser giringiya diyalogeke "cidî û kûr" a di navbera hemû aliyan de kir.

Serok Barzanî destnîşan kir ku divê pêvajoya demokratîk û prensîbên destûrî werin parastin û nûnertiya dadperwerane ji bo hemû pêkhateyan, di nav de ji bo Kurdan jî, were dabînkirin.

Serok Barzanî hişyarî da ku derengketina gavên destûrî (hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê) dê bibe sedema kûrbûna nakokiyan û kêmkirina baweriya xelkê.

Serok Barzanî her wiha daxwaza mekanîzmayekê kir ku garantî bike posta serokkomariyê nûnertiya hemû pêkhateya Kurd bike, ne ku tenê ji aliyê partiyekê ve were kontrolkirin.

Ev name di demekê de ye ku piştî hilbijartinên parlamentoyê yên Çiriya Paşîna 2025an a Îraqê, li Bexdayê krîza siyasî didome.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wekî serkeftiyê sereke yê hilbijartinan derketiye û zêdetirî milyonekî deng bi dest xistine.

Lê belê dan û standinên PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên li ser namzedê serokkomariyê hîn negihiştine encameke biryardar.

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de bal kişand ser pêdiviya "lihevtêgihiştin û hevahengiyê" û daxwaz kir ku aliyên siyasî berjewendiyên bilind ên niştimanî bixin pêşiya her tiştî.