Hewlêr (Rûdaw) - Şahnişîna Behreynê êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û ev êriş wekî "çalakiyeke terorîstî" bi nav kir.
Wezareta Karên Derve ya Behreynê daxuyaniyek belav kir.
Behreynê diyar kir ku ev êriş destdirêjiyeke nayê qebûlkirin e û gefeke metirsîdar e li ser aramî û asayîşa Îraqê.
Wezareta her wiha got ev êriş binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye.
Roja şemiyê 28ê Adara 2026an, li parêzgeha Dihokê bi dronan êriş hatin kirin.
Yek ji dronan li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ket lê ti zererên wê çênebûn.
Wezareta Karên Derve ya Behreynê tekez kir ku helwesta wan di piştgirîkirina aramî û parastina axa Îraqê de neguher e.
Behreynê "hevxemiya xwe ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê wê" anî zimên.
Behreynê her wiha daxuyand ku ew êrişên "terorîstî" yên li ser saziyên dîplomatîk, parzûngehên petrolê û sivîlan red dikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca van êrişan xerabkirina asayîş û aştiya herêmî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse